Nirxandina Du Pirtûkên Kurdî yên ji bo Zarokan li gorî Teoriya Ekorexneyê û Perwerdeya Hawirdorê
Mukaddime · 22.05.2026 · 17 (1) · 247-266
DOI: 10.19059/mukaddime.1837078 ↗Kurz gefasst
Fachartikel in der Zeitschrift Mukaddime, online erschienen am 22.05.2026. Verfasst von Ferhat Çiftçi. Die Arbeit nennt 25 Literaturangaben.
Abstract (Originalsprache)
Hin pirtûkên zarokan di nav edebiyata zarokan de li ser hezkirin, hişmendî û parastina xweza û hawirdorê radiwestin. Ev pirtûk ji xwînerên xwe re wekî navbeynkarekê şert û mercên xweza û hawirdorê û xetereyên wê bi vî awayî pêşkeş dikin. Hişmendiya xweza û hawirdorê jî di edebiyata zarokan de wekî temayeke berpêş balê dikişîne. Di teoriyên edebî de ekorexne û di qada perwerdeyê de perwerdeya hawirdorê bi vî rengî hin taybetiyan dihewînin. Ev vekolîn li ser du pirtûkên kurdî yên ji bo zarokan disekine û nirxandinekê li ser teoriya ekorexne û perwerdeya hawirdorê pêşkêş dike. Pirtûkên mînak, berhema Berfin Ayşe Öğüt a bi navê Dara Pîroz û ya Îsmaîl Dîndar a bi navê Warê Leglegan in. A yekem wekî çîroka biwêne ya duyem jî wekî roman hatiye nivîsîn. Amanca vekolînê nirxandina pirtûkên berbehs e ji aliyê teoriya ekorexne û perwerdeya hawirdorê ve. Ev xebat, li ser bingeha “Di van pirtûkan de hewandina hêmanên ekorexne û perwerdeya hawirdorê çawa ye?” hatiye avakirin. Di vê xebatê de rêbaza analîza dokumanî û ji bo destkeftiyan jî analîza naverokî hatiye bikaranîn. Di encama lêkolînê de hatiye dîtin ku tema û naverokên van pirtûkên mînak li ser hezkirin, hişmendî û parastina xwezayê ne; di vê çarçoveyê de hin taybetmendiyan dihewînin. Wate, hatiye dîtin ku teoriya ekorexneyê û perwerdehiya hawirdorê bi taybetî û naverokên pirtûkên mînak re hinkûf in. Bi vî awayî pirtûkên mînak li gorî hêmanên “ji bo bihevrebûn û yekbûna digel xweza û hawirdorê; naskirina wan, hayjêhebûn û kifşkirin; hezkirin; hişmendî; feyde û zehmetiyên wan; xetereyên li hemberî wan; parastina wan, tevger û nîşandana peyankeriyê ji bo wan, hatine nirxandin û şirovekirin. Loma ev xebat, di qada edebiyata zarokan de ji bo hezkirin, hişmendî û parastina xweza û hawirdorê dikare ji malbat, berpirsiyariyên perwerdeyê û pisporan re bibe rênişandanek.
Zitieren
APA
Çiftçi, F. (2026). Nirxandina Du Pirtûkên Kurdî yên ji bo Zarokan li gorî Teoriya Ekorexneyê û Perwerdeya Hawirdorê. Mukaddime, 17(1), 247-266. https://doi.org/10.19059/mukaddime.1837078
Vancouver
Çiftçi F. Nirxandina Du Pirtûkên Kurdî yên ji bo Zarokan li gorî Teoriya Ekorexneyê û Perwerdeya Hawirdorê. Mukaddime. 2026;17(1):247-266. doi:10.19059/mukaddime.1837078
BibTeX
@article{ifti2026,
author = {Çiftçi, Ferhat},
title = {Nirxandina Du Pirtûkên Kurdî yên ji bo Zarokan li gorî Teoriya Ekorexneyê û Perwerdeya Hawirdorê},
journal = {Mukaddime},
year = {2026},
volume = {17},
number = {1},
pages = {247--266},
doi = {10.19059/mukaddime.1837078}
}
EUVIMED