STEREOTÎPÊN ZAYENDA CIVAKÎ DI EDEBÎYATA GELÊRÎ YA KURDÎ DA BI MÎNAKÊN DESTANAN
Şarkiyat · 04.07.2026 · 18 (1) · 527-547
DOI: 10.26791/sarkiat.1860259 ↗Kurz gefasst
Fachartikel in der Zeitschrift Şarkiyat, online erschienen am 04.07.2026. Verfasst von Leyla Kaplan und 1 weiteren Autor:innen. Die Arbeit wurde bisher 1-mal zitiert (Crossref) und nennt 2 Literaturangaben.
Abstract (Originalsprache)
Destan cureyeke edebî ye ku nirxên kolektîv û çandî ya neteweyan, nirxên wan ên dîrokî û lehengên hatine îdealîzekirin bi taybetmendîyên derasayî tevî hev dike û nifş bi nifş vediguhêzîne. Stereotîpên zayenda civakî darazên normatîf in û bi awayekî çandî hatine avakirin. Ew, li gor rolên jin û mêran tevger, helwest û bendewarîyên takekesan sînordar dikin. Ev daraz, wekî gelek qadên jîyanê di destanan da jî cih girtine û şop hîştine. Armanca vê xebatê ew e ku bi rêya rolên jin û mêrên di destanên kurdî da, dîyar bike gelo stereotîpên zayenda civakî di destanan da çawa cih digirin. Di xebatê da ji rêbazên lêkolînê ya çawanî gotar (discourse) û tehlîlkirina gotara rexneyî (critical discourse analysis) hatin bikaranîn. Gotar, li ser hilberîn û watedarbûna zimên, di konteksta civakî da lêkolîn dike. Di gotara rexneyî da, armanc ew e ku têkilîyên di navbera hêz û gotar, îdeolojî û newekhewîyên civakî da eşkere bike. Di xebata me da wekî encam dikare were gotin ku di destanên kurdî da stereotîpên zayenda civakî yên ji jinan tên hêvîkirin ev in: divê jin pasîv, hestîyar, fedakar, şermok û di rêza duyemîn da bin. Li alîyê din taybetmendîyên ji mêran tên hêvîkirin bêtirs, dilêr û desthilatdarbûna wan e. Lê di metnên destanan da mînakên dijî stereotîpên zayenda civakî jî hatin dîtin wekî hestîyarbûna mêran, girîna wan û şermokbûna wan. Analîzkirina stereotîpên zayenda civakî yên di destanên kurdî da dibe alîkar ku mirov fahm bike gelo ji hêla çand û dîrokê ve rolên jin û mêran çawa têne avakirin. Ji vî alîyî ve xebata me ji bo têgehiştina bandorên çandî yên li ser normên zayenda civakî, giring e.
Zitieren
APA
Kaplan, L., & Aydın, T. (2026). STEREOTÎPÊN ZAYENDA CIVAKÎ DI EDEBÎYATA GELÊRÎ YA KURDÎ DA BI MÎNAKÊN DESTANAN. Şarkiyat, 18(1), 527-547. https://doi.org/10.26791/sarkiat.1860259
Vancouver
Kaplan L, Aydın T. STEREOTÎPÊN ZAYENDA CIVAKÎ DI EDEBÎYATA GELÊRÎ YA KURDÎ DA BI MÎNAKÊN DESTANAN. Şarkiyat. 2026;18(1):527-547. doi:10.26791/sarkiat.1860259
BibTeX
@article{Kaplan2026,
author = {Kaplan, Leyla and Aydın, Tahirhan},
title = {STEREOTÎPÊN ZAYENDA CIVAKÎ DI EDEBÎYATA GELÊRÎ YA KURDÎ DA BI MÎNAKÊN DESTANAN},
journal = {Şarkiyat},
year = {2026},
volume = {18},
number = {1},
pages = {527--547},
doi = {10.26791/sarkiat.1860259}
}
EUVIMED