CIH Û ROLA XUSROW XANÊ II. DI ŞERÊN TEXTÊ ÎRANÊ YA PIŞTÎ SAFEWIYAN DE
Şarkiyat · 04.07.2026 · 18 (1) · 143-158
DOI: 10.26791/sarkiat.1853767 ↗Kurz gefasst
Fachartikel in der Zeitschrift Şarkiyat, online erschienen am 04.07.2026. Verfasst von İbrahim Tarduş. Die Arbeit nennt 33 Literaturangaben.
Abstract (Originalsprache)
Dema Îran ketibû bin hikmê Afganan dewleta Safewiyan hilweşiyabû û li Îranê serdemekî nû dest pê kiribû. Lê Afganan li her deverê Îranê hikimraniya xwe nedabûn qebûlkirin. Gelek rêvebirên girêdayî Safewiyan li heremên xwe serbixwe tevgeriyabûn û hin ji wan jî ji bo textê Îranê şer kiribûn. Ev rewş bûbû sedem ku îstîqrara Îranê xira bibe û aloziyên mezin derên holê. Piştî derxistina Afganan, bi dorê xanedana Afşaran, xanedana Zendiyan û xanedana Kacaran bi şer text bi dest xistibû û Îranê bi rê ve biribûn. Vê pêvajoyê bandora xwe li Mîrektiya Erdelanê jî kiribû û mîrên Erdelanî jî di van şeran de cî girtibûn. Heta Xusrow Xanê II. bûbû yek ji namzetên textê Îranê. Armanca vê xebatê ew e ku di şerên textê Îranê de rol û ciyê mîrên Erdelanê û bi taybetî jî cihê Xusrow Xanê II. destnîşan bike. Ji bo vê armancê serdema hilweşîna Dewleta Safewiyan, serdema xanedana Afşaran, serdema xanedana Zendiyan û destpêka xanedana Kacaran hate ravekirin. Paşî di van serdeman de bûyerên ku li Mîrektiya Erdelanê qewîmine û bandora şerên Îranê ya li ser mîrektiyê hatine destnîşan kirin. Dawiyê jî serdema hikimraniya Xusrow Xanê II. û rola wî ya di şerên textê Îranê de hate analîz kirin.
Zitieren
APA
Tarduş, İ. (2026). CIH Û ROLA XUSROW XANÊ II. DI ŞERÊN TEXTÊ ÎRANÊ YA PIŞTÎ SAFEWIYAN DE. Şarkiyat, 18(1), 143-158. https://doi.org/10.26791/sarkiat.1853767
Vancouver
Tarduş İ. CIH Û ROLA XUSROW XANÊ II. DI ŞERÊN TEXTÊ ÎRANÊ YA PIŞTÎ SAFEWIYAN DE. Şarkiyat. 2026;18(1):143-158. doi:10.26791/sarkiat.1853767
BibTeX
@article{Tardu2026,
author = {Tarduş, İbrahim},
title = {CIH Û ROLA XUSROW XANÊ II. DI ŞERÊN TEXTÊ ÎRANÊ YA PIŞTÎ SAFEWIYAN DE},
journal = {Şarkiyat},
year = {2026},
volume = {18},
number = {1},
pages = {143--158},
doi = {10.26791/sarkiat.1853767}
}
EUVIMED